Hate îdîakirin, ku Îran li sînorê Tirkiyê amadekariya þer dike
Tarih : 2012.07.11  13:11:52
Piþtî Sûriyê balafira þer a Tirkiyeyê xist, hate îdîakirin, ku dewleta Îranê di rojên dawî de li sînorê Tirkiyeyê amadekariya þer dike û tedbîrên mezin digre.

Piþtî ku Sûriyê balafira þer a tirk xist hate îdîakirin ku di 2 hefteyên dawî de dewleta Îranê li sînorê Tirkiyeyê bi teyabetî jî li herêma Colemergê, tedbîrên mezin ê ewlehiyê digre.

Li gorî agahiyan Îran li xeta sînor rêyên nû çêdike, leþker, tank û topan bicîh dike.

Hate hînbûn ku li Geliyê Kemalî Fuzeyên Katyuþa û li ser sînor bi qasî 20 kmyan eskerên Îranê hatine bicîhkirin.

Îranê li hemberî Qereqola Wargeniman a Tirkiyeye jî 6 qereqolên nû ava kirin.

Dîsa ji her 3 kîlometreyan yek bi tevahî 20 qereqolên nû hatine avakirin.

Wekî din ji Bajirgê heta Þemzînanê li heremên Tisi û Golaye li seranserî sînor hawan û balafirþikan hatine bicîhkirin.

Ev rewþ di nava welatiyan de bû sedema tirs û fikaran.

Welatiyê bi navê Husret Þen tirs û fikarên gundiyên heremê anî ziman û wiha got: "Em di nava leþkerên tirk û îranê de mane. Me sewalên xwe anîn gund. Me zozanên xwe vala kirin û niha jî jiyana me di talukê de ye"

Ev nûçe 236 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê hat redkirin
Pêzerên rêberê gelê kurd Ocalan ji bo hevdîtinên serî li rayedarên tirk dan.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign