Þerê li Þemzînanê
Tarih : 2012.07.29  12:15:42
Gerîlayên HPG'ê li Þemzînên li hêzên tirk xistin, herî kêm 3 esker mirin. Artêþa tirk jî, hewl dide, bi balafirên þer û teknîka pêþketî, pêþiya çalakiyan bigire.

HERÎ KÊM 3 ESKERÊN TIRK HATIN KUÞTIN
Artêþa tirk hewl dide esker û alawayên eskerî biþîne bejahiya Þemzînanê.

Vê sibê jî, dema artêþa tirk xwest bi helîkopterê eskeran deyne herêma Nîrkulan û Girê Serpatî, êrîþa gerîlayên HPG'ê hat.
Gerîlayên HPG'ê dema daxistina eskeran di, çalakiyek pêk anî.

Di encama çalakiyê de, herî kêm 3 eskerên tirk mirin.

BALAFIRÊN ÞER HIN HERÊMÊN ÞEMZÎNANÊ BOMBE KIRIN
Li aliyê din, balafirên þer ên tirk doh bi þev, bejahiyên gundên Þemzînanê yên wekî Þapatan, Nehrî, Kanîbutke, Serebêde, Kelyesipî, Gevriyazînî  Xaranî pêk hatin.

Hêzên tirk tevî balafirên þer, êrîþên bi topên obusê jî pêk anîn.

Li gorî agahiyan, hêzên tirk ji yekîneyên li Þemzînanê, gelek topên obusê jî avêtin Çiyayên Efkar û Gomanê.

Hêzên tirk wekî din herêmên çiyayîyî yên li derdora Þemzînanê jî, didan ber bombeyan.

Artêþa tirk bexçeyeke sêvan ya 24 donumî jî, bombe kiriye.

Polîsan jî, li navenda navçeyê heta serê sibê, çek teqandin.

Li aliyê din, þewata ku ji ber bombebaranê rû dabû jî, hê dewam dike.

Li bajaroka Rûbarokê jî, hêzên tirk ketin û derketin qedexe kirine û gundiyên li bajarokê jî, ji ber qedexe û bombebaranê nikarin vegerin gundên xwe.

Tevgera hewayî û eskerî ya li navçeyê jî, hê dewam dike.

Ev nûçe 667 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Karayýlan behsa gavên ku divê dewlet bavêje kir
Rojnamevan Hasan Cemal, di çarçoveya çavdêriyên xwe yên li Herêma Parastinê yên Medyayê, bi Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, endamên Konseya Rêveber Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Ronahî Serhat û endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta re, hevpeyvînek çêkir.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign