Rojnamevan Çetîn Abayay di 20'emîn salvegera þehadeta xwe de hate bîranîn
Tarih : 2012.07.30  11:57:16
Rojnamevan Çetîn Abayay ê ku di 30'ê Tîrmehê 1992'an de li Êlihê di encama êrîþek çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû di 20'emîn salvegera þehadeta xwe de hate bîranîn.

Rojnamevanê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay ê ku di 30'ê Tîrmehê sala 1992'an de li Taxa Þîrînevler a Êlîhê di encama êrîþek çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, di 20'emîn salvegera þehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yavûz Selîm hate bîranîn.

Di bîranînê de Endama Lijneya Kordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, malbata Abayay û xebatkarên çapemeniya azad beþdar bûn. Girse piþtî ku qûrnefîl danîn ser gora Abayay, deqîqeyek rêz girt.

Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Denîz Kiliç, li ser gorê axaftinek kir û da zanîn ku Apê Mûsa, Cengîz Altûn û bi dehan hevalên me tenê ji bo rastî derkeve holê têkoþîn dane û ji aliyê kesên ku nexwestine rastî derkeve holê ve hatine qetilkirin.

Parlementera BDPê Ayla Akat jî axivî û diyar kir ku Gelê me di salên 90'î de tevî dizanibû ku dema derkeve kolanan wê were kuþtin, lê cardin paþ de gav neavêt.

Dayika Çetîn Abayay Sakîne Abayay jî li ser goristanê jiyana Abayay vegot.

Ev nûçe 148 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Karayýlan behsa gavên ku divê dewlet bavêje kir
Rojnamevan Hasan Cemal, di çarçoveya çavdêriyên xwe yên li Herêma Parastinê yên Medyayê, bi Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, endamên Konseya Rêveber Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Ronahî Serhat û endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta re, hevpeyvînek çêkir.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign