Di rojên dawî de 200 hezar kesî ji Helebê koç kir
Tarih : 2012.07.30  12:09:17
Þerê û pevçûnên dijwar ên li gelek Bajarên Sûriyê û bi taybetî li bajarê Helebê dewam dikin.

Koordînatora Alîkariya Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos bal kiþand ser pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê û diyar kir ku li bajarên weke Heleb, Þam û bajarên din ên welat û got; ev yek bandorek mezin li ser mirovên sivîl dike.

Rayedara NY'yê diyar kir ku ji ber pevçûnên dijwar ên li Helebê, sivîl di dibistan û avahiyên gelemperiyê de bi cih bûne.

Valerie Amos, destnîþan kir ku bi awayeke lezgîn pêwîstiya xelkê bajêr bi av, xwarin û beteniyan heye. Ji ber pevçûnên li bajêr berdewam dikin, rêxistinên alîkariyê nikarin xwe bigihînin bajêr.

Bi hezaran kes li benda alîkariya zad û xwarinê ne.

Li bajêr pirsgirêka herî mezin jî ew e ku li bajêr ard peyda nabe.

Dîsa ji ber pevçûnên dijwar ên li bajêr ceyran hatiye birîn, tevî gihiþtin, ragihandin û pirsgirêkên erzaq jî hene.

Li du taxên Kurdan Eþrefiye û Þêx Meqsûd jî heman pirsgirêk hene.

Li Helebê nêzî 600 hezar Kurd dijîn û piraniya wan li van her du taxan in.

Komîteyên parastina gel van her du taxên Kurdan diparêzin.

Ev nûçe 279 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Çalakiyên bîranînê yên Þehîdên meha Gulanê berdewam dikin.
MEYADERA Amedê bi vê armancê li tesîsên Demîrok mewlûd da.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign