Iraqê de zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest da
Tarih : 2012.08.03  12:22:47
Di gelek êrîþên li hemberî hêzên ewlehiyê yên Iraqê de zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest da.

DI ENCAMA ÊRIÞÊN DOH DE 30 KES MIRIN
Êrîþa ku herî zêde rê li ber wendahiya can vekir, êrîþa li bakurê Bexdayê ya ku bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat.

Hate hînbûn ku di encama êrîþê de herî kêm 9 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûne.

Li bakurê Kerkukê jî mîlîtanan êrîþî xaniyê malbateke tirkmen kirin û hate hînbûn ku di êrîþê de stûyê dê-bav û keça wan hatiye birîn û hatine qetilkirin.

Di sê êrîþên din yên baþurê bajêr de jî 7 leþker mirin û 11 leþker jî birîndar bûn.

Li bakurê Bexdayê, Tîkrîtê jî mîlîsên bi çek 4 polîs kuþtin û her wiha li nêzî Baladê di encama teqîna bombeyekê de 3 mîlîsên aîdî Sahvayê hatin kuþtin.

Li bajarê Samarra li nêzî qereqoleke polîsan êrîþa bombeyî pêk hat û hate hînbûn ku polîsek û endamekî Sahva hatiye kuþtin.

Her wiha li  Iraqê meha tîrmehê de 325 kes di encama êriþan de jiyana xwe ji dest dan.

Ev nûçe 226 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Deriyê sînorê Rojava û Baþur hat girtin
Li ser sînorê Rojava û Baþurê Kurdistanê jî van rojan aloziyek derket.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign