Televizyona dewletê Sûrî rastî êrîþê hat
Tarih : 2012.08.04  11:49:43
Çekdarên muxalîf ên çend roj berê milîsên rejîmê dîl girtin û di nava çend saetan de îdam kirin vê carê jî êrîþî televizyona dewletê kirin.

Komên çekdar yên bi piþtgiriya rojava û Enqereyê xebatan dimeþînin, bi hêzên rejîmê ketine nava þer û pevçûnên dijwar û gelek pîvanên mirovahiyê û þer jî binpê dikin.

Çavdêrîxaneya Mafê Mirovan a Suriyeyê ku navenda wê li Londonêye û ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyê SANA diyar kirin ku komên çekdar ên muxalîf, li Helebê êrîþê televîzyona dewletê kiriye.

Li gorî SANA'yê çekdaran êrîþî avahî û sîvîlan kiriye lê, leþkeran avahî parastiye.

Televîzyona fermî ya dewletê jî diyar kir ku hin kes di êrîþê de mirine û hin jî birîndar bûne.

Beriya çend rojan jî, hêzên girêdayî artêþa Azad, mîlîsên alîgirên rejîmê dîl girtibûn û înfaz kiribûn.

Dîmenên înfazê jî di nava raya giþtî de rastî nerazîbûnan hatibûn.

Li aliyê din þer û pevçûnên li Helebê jî dewam dikin.

Li gorî agahiyan li taxên Selahaddîn û Seyf El Dawla yên rojavayê Helebê îro pevçûnên dijwar diqewimin.

Dîsa tê gotin hema bêje nîvê bajêr jî ketiye destê hêzên Artêþa Azad.

Çavkaniyên Ewrûpî dibêjin ji Adara 2011an heta niha li Suriyeyê 20 hezar kes hatine kuþtin.

Ev nûçe 271 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Þerê li Helebê: 50 girtî hatin kuþtin
Li girtîgeha Mislimiyê ya bajarê Helebê di navbera Artêþa Azad û rêjîmê de þerên dijwar rû dan.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign