Rojvan Sîpan û Zîlan Serhat li Wanê bi girseyî hatin veþartin
Tarih : 2012.08.08  12:53:50
Gerîlayên HPGê Rojvan Sîpan û Zîlan Serhat ku di meha Sibatê de li herêma Besta ya Þirnexê jiyana xwe ji dest dabûn piþtî bi þeþ mehan cenazeyên wan hat wergirtin û doh bi þev li Wanê hatin veþartin.

Selamî Kayayê (Rojvan Sîpan) HPG'î ku di encama pêvçûna di meha Sibatê li Herêma Besta ya Þirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piþtî testa DNA'yê bi encam bû ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Wanê. Cenazeyê Kaya li ber Komeleya Ozgur Halk a Yenî Mahalleyê ji aliyê girseyek mezin hate pêþwazîkirin.

Di pêþwazîkirinê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û yên Selamî Kaya hatin vekirin û alên PKK û HPG hatin hildan. Li vir darbesta Kaya bi alên HPG û PKK'ê hatin xemilandin û hildan ser milan. Cenaze bi vî awayî heta goristana taxê birin.

Serokê MEYA-DER'a Wanê Natik Polat, bang li gelê kurd kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve. Piþtî Polat, Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur axivî û ji ber ku xwedî li cenazeyê Kaya derketin spasiyên xwe ji bo gelê Wanê anî ziman.

Cenazeyê Aygul Emîre ya (Zîlan Serhat) HPG'î ku di meha Sibatê li herêma Besta ya Þirnexê jiyana xwe ji dest dabû piþtî testa DNA'yê nasnameya wan hate diyarkirin ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Bajaroka Eganîsa girêdayê Navçeya Erdîþa Wanê.

Cenazeyê Emîreyê li ser riya Erdîþ û Elcewazê ji aliyek girseyek mezin hate pêþwazîkirin û bi konvoyek anîn bajarokê.

Li goristanê piþtî wecibeyên olî bi cih hatin, tevî tililiyên jinan hate veþartin. Piþtî dûayan girse ji bo bîranîna kesên ku di têkoþîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt.

Þaredarê Eganîsê Veysel Keser li vir axivî û banga dawî lê anîna kuþtinan kir. Keser anî ziman ku ciwanên ku tên kuþtin ji bo azadî û demokrasiyê canên xwe feda dikin

Bavê Emîre Fahrettîn Emîre jî da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axivî: "Keça min keça hemû Kurdistanê ye. Serê hemû gelê kurd sax be.

Ev nûçe 222 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Deriyê sînorê Rojava û Baþur hat girtin
Li ser sînorê Rojava û Baþurê Kurdistanê jî van rojan aloziyek derket.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign