Wêneyê hovîtiya eskerên tirk derket holê
Tarih : 2012.08.08  12:59:24
Di wêne de xuya dike ku Veysî Demir piþtî ku ji aliyê eskeran tirk ve hatiye kuþtin eskeran wî li pêy xwe kaþkirine û tevî gomlekê xwe yê sipî ê bi xwîn binaxkirine.

2 roj berê li Gundê Sîtiya Kût a girêdayê Navçeya Ebexê ya Wanê zarokê bi navê Veysî Demîr ê 13 salî û F.Altan ê 15 salî li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê bi hinceta ku qeçaxçitiya mazotê dike ji aliyê leþkerên tirk ve hatin gulebarankirin.

Di bûyerê de Veysî Demîr jiyana xwe ji dest da û Altan jî rizgar bû.

Cenazeyê Demîr piþtî rapora otopsiyê li gundê Sitiya Kut bigirseyî hate definkirin.

Wêneyê ku ajansa nûçeyan a DIHA'yê weþand hovitiya li dijî zarokê Kurd ê eskerên Tirk pêk aniye radixe berçavan.

Di wêne tê dîtin ku Demîr tevî gomlekê xwe yê sipî yê ku di nava xwînê de sor bûye hatiye binaxkrin û Milê Demîr ê ku hatiye þikandin jî li derveyî axê maye.

Bavê Weysî Demîr Mehmet Reþît Demîr ji ajansa  DÎHA'yê re axivî bû û wiha gotibû: "Dema em çûn cihê bûyerê bi þopa xwînê ketin û heta cihê cenazeyê kurê xwe meþiyam. Leþkeran kurê min li pey xwe kaþ kiribûn û biribûn li sînorê Îranê defin kiribûn. Kurê min 150 metre li pey xwe kaþ kirine.'

Ev nûçe 310 car hate xwendin.
Rojane
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Wezîr û partiyên baþurê Kurdistanê îmze didin kampanyayê
Kampanyaya Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign