Navçeya ku bûye kelha berxwedanê-Þemzînan
Tarih : 2012.08.11  13:32:56
Navçeya Colemêrg Þemzînan ev 28 salin þahidiya bûyerên dîrokî dike.

Þemzînan di 15'ê Tebaxê sala 1984'an de þahidiya destpêka tekoþîna çekdarî ya PKKê kiribû û piþtî vê dîrokê bûbû navenda þer û pevçûnên dijwar .

Gerîlayên PKK'ê bi awayekê hemwext bi ser navçeyên Dihê ya Sêrtê û Þemzînana Colemêrgê de girtibûn û li hemberî gelek avahiyên Dewletê çalakî li darxistibûn û femandariya cendermeyan ya Þemzînanê bidestxistibûn.

Li vê navçeyê 2ê Mijdara 2005 pirtukxaneya UMutê ji aliyê dewletê ve hatibû bombekirin û ji aliyê welatiyan ve êrîþkar hatibûn desteserkirin.

Ev yek jî di dîroka navçeyê de wekî bûyera 2. a mezin hatibû binavkirin.

Þemzînana ku her tim bi van her du bûyeran dihat rojevê herî dawî þahidiya bûyereke din a mezin kir.

JI 23'Ê TÎRMEHÊ VE KONTROLA HERÊMÊ DI DESTÊ GERÎLAYAN DE YE
Þemzînan ji roja  23ê Tîrmehê ve di bin kontrola gerîlayên HPGê de ye.
 
Tevgera ku 23ê Tîrmehê bi kontrola gerîlayan ya li ser rêya li gundê Nehrî ku di navbera mezrayên Navrezan û Rubunus de destpêkir, weke operasyona þoreþgerî hat binavkirin.

Gerîlayên HPG'ê 25 kîlometre dûrî navçeyê li ser riya navbera gundikên Rubunus û Navrezan ên girêdayÎ Gundê Nehrî yê Þemzînana Colemêrgê  rê li trafîkê girtin û kontrola nasnameyan kirin.

Gerîlayên HPG'î pîþtî ku Çiyayê Goman bidestxistin, kontrola heremê nezî 40 km ket destê gerîlayan..

Li himberî tevger û dorpêça gerîla, artêþa tirk bi rojane nikare ji bejahî tevbigere û lewma herêmê bi balafir û topan bombebaran dike.

Ji pira Xiyalî ya derketina navçeyê bigire heta qereqola Bêsosin qadek 40 kilometre her roj bi balefirên þer, tank, obûsan tê bombebarankirin.
 
Xelkê Þemzînanê jî di wê zanînê de ye, ev bûyera 3. ku þahidiya wê dikin wê herikîna dîrokê biguherîne.

ÇAPEMENIYA TIRK JÎ NAXWAZE BÊÇAREBÛNA DEWLETÊ BIBÎNE
Ne tenê saziyên fermî, çapemeniya tirk jî naxwaze vê neçariya dewleta tirk ya li hemberî serkeftina gerîlayan bibîne.

Piþtî 14 roj di ser þer û pevçûnan re derbasbûn, çapemeniya tirk çû heremê...

Lê belê rojnamevanên tirk, tenê bi saziyên fermî re hevdîtin pêkanîn û li navenda navçeyê geriyan û bi gotina xelkê heremê "piþtî ku çayeke qeymekam vexwarin" ji heremê veqetiyan..

DAYÎKÊN AÞTIYÊ ÇÛN HERÊMA ÞER
Parlementer û saziyên civakî jî nekarîn bikevin herêmên þer û pevçûnan.

Li aliyê din nêzî 70 dayîkên aþtiyê ku li Gevera Colemêrgê li hev kom bûn ketin herêmên ku þer lê dewam dike û bi gundiyan re hevdîtin pêkanîn.

Dayîkaan xwestin herin gundê Navrezan ê þerên dijwar lê rû didin..

Dayîkên aþtiyê ji aliyê leþkeran ve hatin rawestandin û gotin " ev der di bin kotrola PKKyiyan de ye, em nikarin ewlekariya we misoger bikin" dayik vegerandin.

Piþtî endamên dayîkên aþitiyê û rêxistinên civaka sivîl, Endamên Tevgera Azad û Demokratîk a Jinan DOKHê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ewê di 13ê tebaxê de biçin Þemzînanê.

Ev nûçe 244 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Wezîr û partiyên baþurê Kurdistanê îmze didin kampanyayê
Kampanyaya Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign