Li Wargeha Penaberan a Þehîd Rustem Cejna Remezanê piþtî nimêja cejnê bi serdana Goristana Þehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Þehîdan dest pê kir. Li goristanê fatîhe hate xwendin.Paþê li Saziya Malbatên Þehîdan jî merasîmek hat lidarxistin gel cejna hev pîroz kir û axaftin hatin kirin. Li Saziya Malbatên Þehîdan endamê saziyê Cemal Cizîrî axaftinek kir.Cemal Cizîrî di axaftina xwe de Cejna Remezanê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê pîroz kir. Cizîrî dest nîþan kir ku di tevayî Meha Remezanê de dewleta Tirk di þer de israr kiriye û bûye sedema rijandina xwînê. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan a Wargehê Mele Tofîq jî mafê axaftinê girt. Mele Tofîq bal kiþand ser pîroziya cejnan û yekîtiyê.
Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke