Li gelyê Dostkî-Oremarê þerên dijwar
Tarih : 2012.08.20  09:29:53
HPG'ê, diyar kir ku di þerên pêr de 26 serbazên tirk hatine kuþtin, çendîn wesayît û zirîpoþên artêþa tirk jî hatine têkþkandin.

Gerîlayên HPG'ê, piþtî çalakiya li dijî baregehên serbazên tirk ên li Oremar û Þitazinê, herêmên stratejîk ên çiyayên Oremar, Cîlo, Çarçêla û Gelyê Dostkî xistin bin kontrola xwe û rêyên çûn û hatinê li tabûrên artêþa tirk ên li herêma Oremar û Þitazinê girtin.

Artêþa tirk, beriya niha çend caran hewl da van deveran ji destê gerîlayan derxe, lê her carê þkestên mezin xwarin û paþde vekiþiya..  

17'ê Tebaxê, artêþa tirk careke dî, li herêmên Mêrgezer, Suwara û gundên li Gelyê Dostkî, bi beþdariya hezaran serbazî dest bi tevgerekê kir.

Di roja destpêkê de, gerîlayên HPG'ê li gelyê Dostkî, li nêzî gundên Veregoz û Gilordê darbeyên giran li artêþa tirk xistin, 25 serbazên tirk kuþtin û bi dehan serbaz jî birîndar kirin..

Piþtî vê þkestinê, artêþa tirk doh dîsa xwest bi karwaneke ji 54 wesayît û zirîpoþan xwe bigehîne Qerqolên Oremar û Þitazinê û girên li derdora rêya Oremarê, yên li Mêgezer û Siwara yên Cîlo bi dest bixe, lê dîsa rastî berxwedaneke dijwar a gerîlayan hat.

HPG: DI ÞERÊN PÊR DE 26 SERBAZÊN TIRK HATIN KUÞTIN
Navenda ragehandin û çapemeniya HPG"ê derbarê þerên pêr de daxuyaniyek da:

Li gor daxuyaniyê, Karwanê ji 54 wesayît, panzêr û zirîpoþan ê artêþa tirk pêr li Gelyê Dostkî careke dî bû hedefa çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên ji 7 baskan ve hatin pêkanîne û , saet ji 11'ê sibê heta saet 4'ê êvarê þerê li Gelyê Dostkî bi dijwarî dewam kiriye.

Di encama van þeran de li derdora gundê Veregozê Wesayîteke zirxî, 14 serbazên tirk hatin kuþtin, 2 wesayîtên reo yên leþkerhilgir hatin roxandin û çend wesayîtan jî darbe xwarin.

Li Nêzî gundê Golordê jî yekîneyên artêþa tirk bûn hedefa çalakiyên gerîlayan û þerê li vê herêmê jî nêzî 2 saetan dewam kiriye û 4 serbazên tirk hatine kuþtin.

Li gorî agahiyên HPG'ê serbazên tirk ên ji girê Glordê xwestin biçin girê Memîþkanê jî bûn hedefa çalakiyeke gerîlayan û 8 serbaz hatine kuþtin û girê Memîþkanê ketiye destê gerîlayan..

HPG'ê, diyar kir ku artêþa tirk xwestiye li herêmên Mêrgezer û Suwarê yên Cîloyê jî hinek herêman bi dest bixe, lê rastî berxwedaneke bi hêz ya gerîlayan hatiye û þerên dijwar qewimîne.

Lê derbarê kuþtî û birîndarên artêþa tirk ên di vî þerî de agahiyên zelal bi dest neketin.

HPG'ê ragehand ku artêþa tirk li vê herêmê neçar maye ku xwe ji hinek deveran vekiþîne û li hinek deveran jî li beramberî berxwedana gerîlayan di cihê xwe de asê maye.

Artêþa tirk di van þeran de bi dehan birîndar jî dan û danê êvarî, bi 7 helîkopterên Skorsky kuþtî û birîndarên xwe ji herêmê veguhestin Colemêrg, Gever û Wanê.

Li gor agahiyan, di þerên li vê herêmê de helîkopterên Kobra nêzî 4 saetan li beramberî  bergiriya çekên giran ên gerîlayan nekarîne bi bandor bin û helîkopterek kobra jî darbe xwar û piþtî agir pêket, neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

Artêþa tirk, danê êvarî herêmên þer û her wiha çiyayê ÇArçêla, nêzî 3 saetan bi balafirên þer bombe kirin.

Her wiha hemû herêmên þer ên li Gelyê Dostkî, Suwara û Mêrgezerê yên Cîlo û çiyayê Çarçêla, bê navber têne topbarankirin.

Ji ber bombebarana artêþa tirk li gelek deveran þewatên destpê kirine dewam dikin..

Ev nûçe 336 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo roja Duþemê biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign