Dadgeha tirk polîsê ku Þerzan kuþtibû serbest berda
Tarih : 2012.09.08  11:55:17
Dadgerên tirk careke din, dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan nîþan dan.

Li 1'mîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîþehîrê rûniþtina doza kuþtina ciwanê kurd Þerzan Kurt pêk hat.

Tevî xizmên Kurt, parlemetera BDP'ê Ayla Akat, Serokê Giþtî yê Egîtîm-Senê Unsal Yildiz û endamên Însiyatîfa Aþtî û Edeletê ya Þerzan Kurt tevlî rûniþtinê bûn.

Dadgerên tirk tevî hemû belge û delîlan, biryara berdana polîsê kujer Gultekîn Þahîn da.

Êdî kujerê Þerzan Kurt jî, wekî kujerên din ên kurdan di nava civakê de bigerin.

Polîsê tirk Gultekîn Þahîn di 12'ê gulana 2010'an de li Mûglayê xwendekarê zanîngeha bajêr Þerzan Kurt kuþtibû.

Berê nijadperest û faþîstan êrîþê xwendekarên kurd kiribûn.

Dûre jî polîsan êrîþ pêk anîbûn.

Polîs Gultekîn Þahîn di dema êrîþê de Þerzan Kurt hedef girtibû û gule berdabû wî.

Kamereya qehweyeke li cihê êrîþê jî, êrîþa rast ra rast ya ji bo kuþtinê radixe ber çavan.

Ne tenê dîmen gelek belge û delîl kujeriya polîs Gultekîn Þahîn îspat dikin.

Lê belê dadgerên tirk tevî vê yekê jî, biryara serbest-berdana kujer Gultekîn Þahîn da.

Vê yekê jî,  nîþan da ku doza Kurt, ji bo serbest-berdana kujer, ji Mûglayê þandine Eskîþehîrê.

Rayêdarên tirk beriya niha jî, di serî de doza kûþtina Ûgûr Kaymaz, dozên kuþtina kurdan diþînin Eskîþehîrê.

Li wir jî, wekî di doza Þerzan Kurt de jî diyar bû, kujer û êrîþkaran an berat dikin û an jî serbest berdidin.

Ev nûçe 121 car hate xwendin.
Rojane
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Ji KCK'ê daxuyaniya 18'ê gulanê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi munasebeta 18ê Gulanê ku ji aliyê Kurdan ve weke Roja Þehîdan hatiye îlankirin, daxûyaniyek da.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign