NY'yê gotinên 'xweþbîn' û 'bi gef' bikaranîn
Tarih : 2012.04.11  19:31:20
Endamên Civata Ewlekariyê nerehetiya xwe ya giran ji asta pêkanîna hikumeta Sûryayê ya ji plana Annan re jî anîn zimên.

Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî doh bangî desthilata Sûryayê kir, ku heta sibê operasyonên xwe yên leþkerî yên li dijî gel û hêzên muxalefetê bisekinîne.

Endamên Civata Ewlekariyê nerehetiya xwe ya giran ji asta pêkanîna hikumeta Sûryayê ya ji plana Annan re jî anîn zimên.

Lê ji bo çareseriyê xweþbîniyeke giþtî jî di devê endamên civatê de bû.

Di daxuyaniya civatê de, ku nûnera taybet DYA'yê Syozana Rays xwend piþtgirtiya plana nûnerê taybet ê NYî û Komxebata Welatên Ereb Kofi Annan, ku ji desthilat û opozisyona Sûryayê dixwaze roja 12 Nîsanê demjimêr 6 sibehê þer bisekinînin hat kirin.

Rays ragihand, ku Civata Ewlekariyê dikare mecbûr bimîne daku zetên li ser Þamê zêde bike.

Bicihanîna plana Annan diviyabû doh pêk bihata, lê belê gelek derdor bahsa bi giranî tevgera rêveberiya Þamê dikin.

Li gorî planê divê Rêveberiya Þamê hemû leþkerên xwe bipaþve bikþîne û bikeve rewþa agirbestê.

Plana Annan muxalefeta Sûriyeyê jî erkdardike, daku piþtî sekinandina hikumetê heta du rojan hemû çalakiyên leþkerî bisekinîne.

Annan doh li Tirkyeyê gotibû ji wî re hatiye ragihandin ku artêþê dest bi xwepaþdekiþandina ji hin herêman kiriye.

Nûnerê taybet îroj li Îranê jî heman gotin bikaranîn ku, li ser aloziya li Sûriyeyê bi rayedarên Îranê re hin hevdîtin pêk anîn.

Lê di heman demê de agahî hene ku artêþ diçe hin herêmên ku berê lê tunebû.

Dîsa tê ragihandin ku li hin herêman dengên çekan tê û bahsa pevçûnan jî heye.

Ev nûçe 178 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Deriyê sînorê Rojava û Baþur hat girtin
Li ser sînorê Rojava û Baþurê Kurdistanê jî van rojan aloziyek derket.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign