Kofî Annan mijar bi rayedarên Îranê re jî guftûgo kir
Tarih : 2012.04.11  22:10:56
Niha jî nûçeya me ya derbarê rewþa Sûriyê de...

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê, Wezareta Parastinê ya Sûriyê eþkere kiriye ku sibê ji danê sibê ve wê operasyonên eskerî werin rawestandin...

Þandeyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan piþtî serdana Tirkiyeyê doh derbasî Îranê bû.

Annan li Tehranê bi wezîrê karê derve yê Îranê ekber Salehi re rûniþt.

Salehî da zanîn ku welatî wî destekê dide plana aþtiyê ya Annan.

Salehî got: em naxwazin li Sûriyê mudexeleyeke derve bê kirin û ji bo reforman jî pêdiviya hukûmeta Sûrî bi demê heye.

Annan jî got, muxelefeta Sûrî jî di navê de hemû aliyên þer ji bo pêkanîna agibestê helwesteke erênî nîþan dane û eger her du alî jî li ser soza xwe rawestin, pêncþemê serê sibê saet li 6an wê þîdet bi dawî bibe.

Li gel vê xweþbîniya Annan jî, hin çavdêr bawer nakin ku þîdet bi dawî bibe.


ALOZIYA LI SÛRÎ
BRÎTANYA: NY DIKARE MIJARÊ BIBE DADGEHA SÛC A NAVNETEWEYÎ
Wezîrê Karê derve yê Brîtanyayê William Hûge anî ziman ku plana aþtiyê ya Annan hê venemiriye, lê belê divê hukûmeta Sûriyê bi lezgînî gav bavêje.

Hûge got, eger plana Annan neçe serî, emê ji konseye ewlekariyê bixwazin ku ji bo darizandina rejîma Sûrî, serî li dadgeha sûc a navneteweyî bide.

Sefîra amerîkî ya li cem NeteweyênYekbûyî Suzin Rays jî got konseya ewlekariyê wê neçar bimîne der barê Sûriyê de biryareke qederê bide.

Rays bi bîr xist ku wextê ji bo Esad hatiye naskirin, li ber dawîbûnê ye, û îndîrekt peyam da Rûsya Û Çînê ku ji bo vetokirina biryareke têkildarî Sûriyê, êdî ti bahane di destê her du welatan de jî namîne.

ALOZIYA LI SÛRÎ
ANNAN: HÊ ZÛ YE MIROV BIBÊJE PLAN BI SER NEKETIYE
Þandeyê taybet ê Netweyên Yekbûyî Kofi Annan li himberî hin derdor û welatên ku îdîa kirin plana wî bi ser neketiye got; hê pir zû ye ji bo mirov bibêje ev plan bi ser neketiye. Plan hê jî li ser masê ye.

Annan wekî din da zanîn ku ew hatiye agahdarkirin ku hêzên ewlekarî yên Sûrî ji hin herêman vekiþiyaye lê nediyare ka ji herêmên din jî vedikiþîn an na.

Senatorên amerîkî John McCain û Joe Lieberman jî kampên penaberan ên welatiyên Sûrî yên li Tirkiye ziyaret kirin û li dijî rejîma Esad peyamên pêwistiya mudaxeleyeke eskerî dan.

McCain got, li Sûrî þer heye. dîplomasiya li gel Esed bi ser neketiye û heta ku Esed têkbirina muxelefetê ji xwe re bike armanc, ev dîplomasî bi ser nakeve.

Lieberman jî got, yekî weke Esed xirab, bi hewldanên mirovekî weke Annan qenc dev ji þîdetê bernade.

Ev nûçe 193 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo roja Duþemê biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign