Ew rêveberiya Þamê çavdêran asteng neke
Tarih : 2012.04.20  11:32:58
Sekreterê giþtî yê NYî Ban Gî Mûn, piþtî civîna Civata Ewlekariya NYî ya derberê Sûryayê de, ji rojnemevanan re axivî.

Ban kî mon got hikumeta Sûryayê ji wî re ragihandiye ku hemû þert û mercên jibo çavdêrên navnetewî ewê pêk bîne û agribesta li welêt misoger bike.

NY vê yekê wekî peymana prensîbî dinavîne.

Lê tevî vê peymana prensîbê Ban kî mon got ku rewþa heyî hînê rewþeke xeternak e û hewldanên ji bo ev agribest neçe serî jî gelekî zêde ne.

Ev rwwþ jî dikare vê mîsyona NY'yê têk bibe.

Her weha Ban Gî Mûn da zanîn ku wî pêþniyarî Civata Ewlekariyê ya NYê kiriye, ku destûra 300 çavdêrên leþkerî jibo Sûryeyê bide. Ewê heta sê mehan hejmara van çavdêran jî were zêdekirin.

Di axaftina Ban Kî mon de alîkariya mirovî jî hebû ku wî got li gorî texmînên wan niha zêdeyî milyonek mirovî muhtacî alîkariyê ne û ew hewldidin bi hukumeta Þamê re riyên alîkarî þandinê vekin.

Di vê navberê de îroj mijara aloziya li Sûriyeyê li Parîsa paytextê Fransayê jî tê axivîn.

Wezîrên Karên derve yên 14 welatên ku xwe wekî dostên Sûriyeyê dinavînin, ji doh ve ye li Parîsê di nava tevgerê de bûn.

Di konferansa li vêderê hate kirin de, hemû axaftvanan da zanîn ku plana Annan ji bo çareseriyê þansa dawîn e. Ji bo serkeftina vê planê jî hevkarî di devê hemû wezîrên karên derve de bû.

Ev nûçe 261 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Çalakiyên bîranînê yên Þehîdên meha Gulanê berdewam dikin.
MEYADERA Amedê bi vê armancê li tesîsên Demîrok mewlûd da.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign