Li Iraqê krîza siyasî
Tarih : 2012.04.29  13:33:43
Ji bo çareserkirin doh li Hewlêrê civînek girîng pêk hat

Civîn bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, bi beþdariya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Rêberê El Iraqiye Iyad Elawî, Rêberê Þiîyan Muqteda el Sedir û Serokê Meclîsa Iraqê Usame Necefî hat li darxistin.

Piþtî civînê daxuyaniyek hat weþandin.

Di daxuyaniyê ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyîn ve hat dayîn de ev bang hat kirin; Ji bo pêþîlêgirtina xeteriyên ku gef li demokrasiyê dixwin, divê di rêvebirina karên welêt de mekanîzmaya demokrasiyê bê aktîfkirin.

Muqteda Sedir jî ji bo gotûbêjkirina krîza di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji Îranê çûbû baþûrê Kurdistanê.

Sedir naxwaze hikûmeta Iraqê hema were hilweþandin, lê li aliyê din naxwaze Malikî jî di hilbijartinên sala 2014 de careke din bibe serokwezîrê Iraqê.

Alîgirên Sedir di Parlementoyê de, di nava hikûmeta Koalîsyona Þiiyan de cih digirin.

Ji 352 kursiyên vê koalîsyonê 159ê wan di destê wê de ne.

Sedir roja Pênçþemê ji Îranê çû Baþurê Kurdistanê û diyarkir, ku ew ji bo navbeykariya Barzanî û Malikî hatiye Hewlêrê.

Ev nûçe 262 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Deriyê sînorê Rojava û Baþur hat girtin
Li ser sînorê Rojava û Baþurê Kurdistanê jî van rojan aloziyek derket.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign