Annan: Divê Esad gavên wêrek bavêje
Tarih : 2012.05.30  13:37:18
Hevdîtina Kofî Annan bi Beþar Esad re...

Doh Nûnerê Taybet ê Komkara Ereban û NYê Kofî Annan li Þamê bi Serokdewletê Sûriye Beþar Esad re hevdîtin çêkiribû. Hevdîtina Annan û Esad ku di bin siya komkujiya li Hewlê de pêk hat, bi qasî saetekê dom kir.

Piþtî hevdîtinê, Annan daxuyaniyek da. Annan bang li Esad kir û got; Ji bo ku planê aþtiyê bi ser bikeve, em li benda Esad in ne sibê, divê îro bi wêrekî pêngavan biavêje.

Annan destnîþan kir ku komkujiya li Hewlê ku bû sedema mirina 108 kesan, civaka navneteweyî xistiye nava þik û gumanên mezin.

Annan diyar kir ku ger ji bo bidawîkirina tundiyê û serbestberdana mehkûman bi pêngavên wêrek neyên avêtin, dê plana aþtiyê bi ser nekeve.

Li aliyê din di dema hevdîtina bê encam a Annan û Esad de, gelek welatan ji ber komkujiya li Hewlê dîplomatên Sûriyeyê dersînor kirin. Tevî Îngilistan, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Awistiralya, Brîtanya û Belçîkayê gelek welatên din ên cîhanê biryara dersînorkirina dîplomatên Sûriyeyê dan.

Ev nûçe 305 car hate xwendin.
Rojhilata Navîn
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Wezîr û partiyên baþurê Kurdistanê îmze didin kampanyayê
Kampanyaya Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign