Zarokên Wanê di betlanê de jî dixebitin
Tarih : 2012.06.20  13:05:26
Zarokên Wanê di temenê xwe yên biçûk de li kolan û kuçeyan ji bo debara malbatê dixebitin.

Dibistanên seretayî û lîseyê ketin betlanê.

Piþt re hinek xwendekar çûn seyranê û betlanê, hin zarokan jî li kolan û kuçeyan dest bi xebatan kir.

Zarokên ku li kolan û kuçeyan dest bi xebatê kirin, diyar kirin ku neçarin debara malbatê bikin û karê kolanan wan diêþîne.

Zarokên  Wanê yên ku di demsala havînê de dixebitin û hê bandora erdhejê ji ser xwe neavîtine gilî û rexneyên xwe yên li hemberî hikûmet û dewletê anîn ziman.

Zarok dibêjin, ku ev þerm û zilma dewletê ye.

Zarokê 14 salî Yilmaz Yuksek, serê sibê heta êvarê li parq, kolan û kûçayan pêlavan boyax dike.

Ciwane 15 salî Dogan Gulen jî karê wezinandina mirovan dike. Her roj serê sibê saet di 06.00an de ji taxa Xaçortê tê sûkê û heta saetên dereng ê êvarê kar dike.

Dogan Gulen, diyar kir ku ew 9 xwiþk û 6 birane.

Gulen, dibêje, di serdema bê de, ewê biçe lîseyê pola yekemîn û ew ji niha ve amadekariyê xwe dibistanê dike.

Dogan, bi bîr xist ku tesîra erdhejê li ser wan zêde ye û got em piþtî erdhejê çûne Dîlokê.

Ciwanê 15 salî Mazlum Karaman ku ji Geverê ye jî bi malabatî koçî Wanê kirine. Karaman, diyar kir ku ew 2 xwîþk û 4 birane û bavê wî di karê înþatan de karkeriyê dike û ew jî piþtgiriyê dide bavê xwe.

Karaman, anî ziman ku mala wan di erdhejê de xesarek gelek mezin dîtiye û ew ji ber ne çariye mecbûrin bi xebitin.

Wekî din Mazlûm Karaman wiha dibêje: 'Em jî dixwazin biçin betlanê û kêfa xwe bikin, lê em nikarin biçin. Ji ber bê hiquqiya dewletê em dixebitin. Navê vê tenê zilm e.Ev zilm jî ya dewletê ye.

Ev nûçe 113 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Çalakiyên bîranînê yên Þehîdên meha Gulanê berdewam dikin.
MEYADERA Amedê bi vê armancê li tesîsên Demîrok mewlûd da.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign