Heyeta MPKE'yê bi parêzerên Ocalan re hevdîtin pêk anî
Tarih : 2012.06.20  13:10:06
Heyetê diyar kir, ku wan ji bo hevdîtîna bi Ocalan re serî li Wezareta Edaletê daye, lê wezaretê hîn bersîv nedaye wan.

Raportorê Tirkiyeyê yê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê Josette Durrîeu û Sekreterê Komîsyona Sylvîe Affholder bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Heyeta ku rêzehevdîtinên wê yên li Tirkiyê berdewam dike, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li wezareta edaletê jî da lê wezaretê hê ev daxwaz nebersivand.

Parêzerên Ocalan raporeke ji 18 rûpelan a li ser rewþa muwekîle xwe û helwesta Rayedarên Dewleta Tirk pêþkeþî heyeta Konseya Ewrûpayê kirin.

Parêzerên Buroya Hûqûqê ya Sedsalê di Rapora xwe de balê kiþandin ser, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û helwesta Hikûmet û rayedarên dewletê ya di vî warî de.

Wekî din di raporê de Helwesta Saziyên Yekitiya Ewrûpayê jî hate rexne kirin.

Di raporê de wiha hate gotin, "CPT xwestibû ku birêz Ocalan her hefte bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. CPT di raporên xwe de xetereya îzolasyonê jî anîbû ziman. Tevî ku 11 meh di ser re derbas bûye jî Konseya Ewropayê li hemberî vê rewþê bêdeng maye.'

Ev nûçe 143 car hate xwendin.
Rojane
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê dîsa hat astengkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekilê xwe serî li rayedaran dan.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign