Çalakiya nobeta aþtiyê dest pê kir
Tarih : 2012.06.28  12:29:30
Îro jî girseya ku li Roboskiyê xwest bi meþin cihê komkujiyê rastî mudaxaleya eskeran hat.

28'ê Kanûna 2011'an artêþa Tirk li Roboskiyê komkujiyek pêk anî û 34 Kurdistaniyan qetil kir..

6 meh di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîna jî komkujî nehatiye ronîkirin..

Sazî û rêxistinên civakî plan kiribûn ku li Roboskiyê çalakiya nobeta aþtiyê ya 2 rojan lidarbixin..

Lê belê hêzên dewletê astengî derxistin..

Tevî hemû astengiyan jî heyetek ku ji 50 wesayîtî pêk dihat doh çû Roboskiyê.

Meþvan li Qesrîkê ji aliyê leþkerên tirk ve hatin rawestandin û piþtî kontrola nasnameyan destûra derbasbûna wesayîtan hate dayîn.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê Halîl Aksoy û Esat Canan, nûnerên KESK, Genel-Îþ, MEYADER, Dayîkên Aþtiyê, Goç-Der, TZP-Kurdî, TUHAD-DER, Komeleya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, saziyên çand û jinan û gelek kesayet ji Amedê çûn Roboskiyê..

Astengkirin li ser biryara walîtiyê pêk hat..

Leþkeran destûr nedan rojnameger dîmenan jî bikêþin..

Îro Girseya ku di pêþengiya KCD'ê de li gundê Roboskiyê xwest bimeþin cihê komkujiyê.

Lê eskerên Tirk mudaxeleyî meþê kirin û  bi ava þit êriþ birin ser girseyê.

Ev nûçe 158 car hate xwendin.
Kurdistan
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekilê xwe serî li rayedaran dan.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign